H’emû nûçeSereke

Me derheqa halê sertî li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê elamî Bryûsêlê kirîye: mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê

Mîsîya dîtindarîyê, ya li Yekîtîya Avropayê cîhwarkirî derheqa halê sertda, yê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê daye dîyarkirinê.

“Nava çend rojên derbazbûyîda mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya dîtindarîyê bi xemgînî bûye şeda halê sert û zêdebûna agirkirinên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê. Me derheqa wî halîda elamî Bryûsêlê kirîye. Endamên mîsîya me nehîyên sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê û xetên pêşin kontrol dikin bona ku derheqa bûyarên leşkerî û ewlehkarîyêda elam bikin”,- nava nivîsara mîsîyayêda, ya X ê da hatîye nivîsarê.

Em bîr bînin, wekî hêzên Adirbêcanê 1 ê îlonê agrêsîya leşkerî dijî axa Ermenîstanêye serbixwe mîyaser kirine, rûyê kîjanêda ji alîyê ermenîya sê meriv hatine kuştinê û dudu jî birîndar bûne. Xêncî wê yekê wezîreta Adirbêcanêye parastinê elametîyên nerast belav dike, ku giva Ermenîstan “provokasîya” bona agrêsîyayên nû amade dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button