H’emû nûçeSereke

85 amêrîkî û 175 leşkerên ermenî wê beşdarî telîmên ermenîya-amêrîkîya bibin: hêzên ŞAY

Ermenîstanê elam kirîye, wekî nava hevtîya mayînda wê telîmên tevayî, yên tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî pêk bên û ew yek bona Rûsîyayê tiştê xemgînîye.Derheqa wê yekêda Reuters ê ragîhandîye.

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye, wekî ji 11 a hetanî 20 ê îlonê wê telîmên ermenîya-amêrîkîya bêne derbazkirinê, meremê kîjana ewe  ku hêzên sîlihkirî bona beşdarîya nava mîsîyayên aşîtîparêzîyêda bidine amadekirinê.

Wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê leşkerî gotîye, wekî 85 amêrîkî û 175 leşkerên ermenî wê beşdarî wan telîma bibin. Ewî gotîye, wekî endamên givardîya Kanzasêye miletîyê jî beşdar dibin, yên ku eva  serê 20 salîye ku tevî Ermenîstanê hevkarîyê dikin.Hatîye dîyarkirinê, wekî têknîka giran wê neyê xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button