H’emû nûçeSereke

Bona wekîlên leşkerî, yên welatên dere li Ermenîstanê halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye raberkirinê

Li avayê wezîreta Ermenîstanêye parastinê tevî wekîlên leşkerî, yên welatên dere li Ermenîstanê birîfîng hatîye teşkîlkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elametî belav kirîye.

Wextê birîfîngê serokê îdara wezîretêye hevkarîya navneteweyî û sîyasetê, Lêvon Ayvazyan halê li ser sînorê ermenîya-aêzrîya raberî wekîlên leşkerî kirîye û bersiva pirsa daye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî nava doranên borcdarîyên xweda hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî hemû gavên pêwîst diavêjin, bona ku hal zêdetir sert nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button