H’emû nûçeSereke

Heger li Qerebaxê dorpêçkirin û xelayî tune, wî çaxî bo çi Adirbêcan dicêribîne alîkarîya hûmanîtarî  bighîne wir: Marûkyan bersiva Hecîyêv daye

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan bersiva alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv daye, yê ku gotibû, ku korîdoar Laçînê girtî nîne û li Qerebaxê dorpêçkirin tune.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Marûkyan derheqa wê yekêda X ê da /Twittera berêda/ nivîsîye.

“Wextê hevpeyvîna tevî  “Arab News” ê, alîkarê Elîyêv Hîkmêt Hecîyêv gotîye ku korîdora Laçînê girtî nîne û li Qerebaxê jî dorpêçkirin tune.

Adirbêcan dixweze wî cûreyî civaka navneteweyî bixapîne û bêje ku korîdora Laçînê girtî nîne, lê ew yek ji alîyê gelek organîzeyên navneteweyîda hatîye îzbatkirinê û wana jî dane dîyarkirinê ku korîdor girtîye, lê cimet jî nava xelayêdane.

Heger korîdora Laçînê girtî nîne û Qerebax nava hesarêda nîne, çawa ku   alîkarê Elîyêv dibêje,  wî çaxî bona çi Adirbêcanê alîkarîya hûmanîtarî şandîye Axdamê?”,- Marûkyan nivîsîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button