Helnekirina pirsgirêka li Qerebaxê dikare li ser pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Adirbêcanê tehsîrke: Borêl

Helnekirina pirsgirêka li Qerebaxê dikare li ser pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Adirbêcanê tehsîrke.Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîya Avropayê, yê pêwandîyên der û pirsên ewlehkarîyê, Jozêp Borêl gotîye.
“Yekîtîya Avropayê wê dîsa berdewam bike û bi cûrê pêwîst li ser Bekûyê tehsîrke, çimkî heger pirs neyê helkirinê, wî çaxî ew yek dikare tehsîra praktîk li ser pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê bihêle”,- nava elametîya Borêlda hatîye gotinê.
Bi wê yekêva tevayî hatîye dîyarkirinê, wekî dokûmênta îmzekirî, ya nava goveka ênêrgêtîkayêda, ya tevî Adirbêcanê wê niha neyê betalkirinê, ya ku 18 ê tîrmeha sala 2022 a hatîye îmzekirinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî Yekîtîya Avropayê bi guhdarî dîna xwe dide bûyarên li korîdora Laçînê û yên dora wê. Borêl bîr anîye, wekî Yekîtîya Avropayê gelek cara bang kirîye ku korîdora Laçînê vekin û niha jî bi aktîvî piştgirîyê dide wê yekê, ku pirs bê helkirinê.







