Dewekarîya Ermenîstanê ya hindava axa Adirbêcanê tune û Ermenîstan wî cûreyî jî ji alîyê Adirbêcanêda hêvîdare: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye û bersiva elametîya wezîreta Adirbêcanêye karên der daye, ya ku piştî axaftina Nîkol Paşînyanê serokwezîr hatibû belavkirinê. “Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê:
“Wextê civîna hukumata Ermenîstanê, ya 7 ê îlonê, piştî axaftina Nîkol Paşînyanê serokwezîr, wezîreta Adirbêcanêye karên der elametî belav kirîye û girêdayî wê yekêra pêwîste ku em vê yekê bidine dîyarkirinê.
. Blogêrên azêrî û çapemenîya wan melûmetîyên derheqa berevbûna eskerên azêrîya, yên nêzîkî sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê û xeta tevî Qerebaxê belav kirine û ew yek usa jî bi kanîyên înformasîyone mayîn tê îzbatkirinê.
. Serokwezîrê Ermenîstanê nava axaftina xweda gotîye, wekî Ermenîstan hindava pevketinên 6 ê cotmeha sala 2022 a ye li Prahayê, 31 ê cotmeha sala 2022 a ye li Soçîyê û 14 ê gulana sala 2023 a ye li Bryûsêlê destanî amine û ew yek bi naskirina yekîtîya têrîtorîyayên hevdu hatîye îzbatkirinê. Dewekarîya Ermenîstanê ya hindava axa Adirbêcanê tune û Ermenîstan wî cûreyî jî ji alîyê Adirbêcanêda hêvîdare, ya ku hetanî roja îroyîn ew pevketin tu cara îzbat nekirine.
. Ermenîstan bi êskalasîya leşkerîye nûva hewaskar nîne û çawa berê, usa jî niha mêxanîzmên pêşîgirtina rîskên wî cûreyî pêşnîyar dike, yên ku hetanî roja îroyîn bêyî bersiv mane û niha jî amadeye mêxanîzmên kardar gotûbêj bike.
. Ermenîstan amedeye ku cedandina bide xebatê bo ku xebatên dora projeya peymana aşîtîyê ser hevda bên û peyman bê îmzekirinê.
. Ermenîstan hindava rojeva aşîtîya li Qafqasîya Başûr amine û bi wê yekêva tevayî nîşanên praktîkî, yên ji alîyê Bekûyêda pêwîst hesab dike.
. Ber çevaye wekî dorpêçkirina korîdora Laçînê, krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê û tunebûna dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê alî normalbûna atmosifêra li herêmê nake”.







