H’emû nûçeSereke

Piştî gotina gerekê kirin hebin: Palon bang kirîye ku Elîyêv li ber cabdarîyê bidine sekinandinê

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Palon difikire wekî gotin gerekê werguhêzî kirina bibin û serokê Adirbêcanê gerekê bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerxbaxê li ber cabdarîyê bisekine.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Palon piştî axaftina bi têlêfonê, ya sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blînkên û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye, wextê kîjanê Blînkên banga derheqa vekirina korîdora Laçînêda wekilandîye.

“Blînkên bi rastî bang dike ku dorgirtina korîdora Laçînê bidine hildanê, lê piştî van gotina gerekê gavên anegor bêne avîtinê, ew jî bi taybetî niha, çimkî li Qerebaxê krîzeya hûmanîtarî zêdetir xirab dibe”,- Paloûn X ê da /Twittera berê/ nivîsîye.

Kongrêsmên gotîye, wekî bona îzbatbûna aşîtîyê girînge ku serokê Adirbêcan Îlham Elîyêv li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button