H’emû nûçeSereke

Serokwezîr elam kirîye wekî  meremê Adirbêcanê heye ku dijî Qerebaxê û Ermenîstanê provokasîya nû mîyaserke

Adirbêcan dorgirtina korîdora Laçînê berdewam dike, lê krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê gihîştîye dereca bilind.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Ew yek eyane wekî Adirbêcan bi van kirina dide kifşê, wekî armanca wê heye ku dijî Qerebaxê û Komara Ermenstanê provokasîya leşkerîye nû mîyaserke.Bona bingeha wê provokasîyayê, Adirbêcan têzên derew û nerast dide xebatê”,- Paşînyan gotîye.

Bi fikira wî, hal usaye wekî civaka navneteweyî, welatên şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê mecalên anegor bidine xebatê, ku teqîna nû, ya li Qafqasîya Başûr bidine pêşîgirtinê.

“Li ser wî hemû tiştî Komara Ermenîstanê amadeye û dixweze aşîtî hebe û peymana normalkirina heleqetîya tevî Adirbêcanê îmzeke. Em hindava rojeva aşîtîyêda aminin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button