Almanîya vekirina korîdora Laçînê û piştgirîya hûmanîtarîye bona cimeta Qerebaxê çawa gava pêwîst hesab dike

Ofîsa çapemenîyê, ya hukumata Almanîyayê elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa axaftina bi têlefonê, ya kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanda daye dîyarkirinê.
“Şolsê kanslêr bi têlefonê tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qise kirîye.Merkeza guhdarîyêda halê sertî li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye. Kanslêrê Almanîyayê girêdayî halê sertra xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, bi taybetî berevbûna eskerra. Hukumata fêdêral bi cûrê berk bang kirîye ku ji êskalasîya leşkerî dûr bimînin.Niha tiştê herî pêwîst ewe ku qayîlî bê destanînê, bona ku alîkarîya hûmanîtarî bidine cimeta Qerebaxê, nava wêda usa jî vekirina korîdora Laçînê. Dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikare tenê bi rîya dîplomatî bê helkirinê. Niha hemû alî gerekê bona wê armancê bixebitin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







