H’emû nûçeSereke
Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva Cêyhûn Bayramov daye

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê, çawa bersiva wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, yê ku dîsa nava axaftina xweda gotina “korîdora Zangêzûrê” dide xebatê, gotîye wekî li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î û paşê jî 11 ê çileya sala 2021 ê tu korîdor têra nayê dîtinê, nava hemtêksta vekirina rêyên herêmêda gotina korîdor tune.
“Ermenîstanê çendik-çend cara û li hemû derecada elam kirîye û niha jî elam dike, wekî ew ne tenê amadeye lê usa jî hewaskare, ku rê bêne vekirinê. Ermenîstan ji roja îmzekirina elametîya sêalî destpêkirî hindava wê nêzîkbûnê amine, wekî hemû tişt gerekê li ser hîmê prînsîpên serbixwetîyê û wekehevtîyê bê mîyaserkirinê”,- berdevka wezîreta karên der gotîye.







