H’emû nûçeSereke

Îzbatkirina statûta Romayê pêwandîyên ermenîya-rûsava girêdayî nîne:Paşînyan

Îzbatkirina statûta Romayê Ermenîstanê zûva destpê kirîye. Ew pêvajoyeke wededirêje, ya ku kete nava wedekî xirab. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Ew yek, mesele kete nava hemtêksta mehkema Haagayê.Ez dixwezim bêjim, wekî pêvajoya îzbatîkirina statûta Romayê pêwandîyên ermenîya-rûsava girêdayî nîne, lê tenê sertbûna halê sînorva girêdayîye”,- Paşînyan gotîye.

Em bêjin, wekî 1 ê îlonê zelal bû wekî hukumata Ermenîstanê statûta Romayê bona îzbatkirinê şandîye parlamêntê.

Çi ku derheqa  sertbûna halê li ser sînore, ewî gotîye, wekî roja îroyîn halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, Qerebaxê û Adirbêcanê serte, çimkî Adirbêcanê nêzîkî sînora esker berev kirîye.

“Nava vî halîda têlêfona ewlin herdem serokê Rûsîyayêra tê vekirinê, çimkî ew vê yekêra nase. Heger pêwîste axaftinên bi têlefonê dikarin pêk bên”,- ewî gotîye.

Paşînyan usa jî derheqa wê yekêda xeberdaye, wekî seredana kulfeta wî Anna Hakobyanêye li Ûkraînayê qalme-qalmeke mezin bilind kiribû û gotîye, wekî gerekê wê nedine sîyasîzasîyakirinê.

“Wê yekê sîyasetêva girê didin, lê kulfeta min wedekî dirêje ku nava hevkarîya  jinên serokên dewletadane û nava wê çarçoveyêda ew beşdarî merasîma dibe. Merasîmeke wî cûreyî jî li Ermenîstanê têra hatîye dîtinê”.

Bi axaftina derheqa telîmên ermenîya-amêrîkîyaye leşkerîda, Paşînyan gotîye wekî ew yek cara ewlin nîne ku li Ermenîstanê diqewime.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button