H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê birîyara Ermenîstanêye dereheqa derbazkirina telîmên leşkerî, yên tevî ŞAY lêkolîn bike

Rûsîyayê lêkolîn bike ku bona çi Ermenîstan birîyar dike, ku telîmên leşkerî tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derbazke, lê ne ku tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye û daye dîyarkirinê, wekî şirovekirina wî cûreyî wê nava encamê dîyaloga tevî Yêrêvanê bê mîyaserkirinê.

“Bi hesabhildana wê yekê, wekî  Ermenîstanê çawa xwestin elam nekir ku tevî organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv telîma derbazke û niha jî xwestina xwe elam kirîye ku telîma tevî amêrîkîya derbazke.Bona me ew birîyar gerekê bêne lêkolînkirinê, bona ku em fem bikin ku Ermenîstan bona çi qirarên wî cûreyî qebûl dike û armancên wan tune”,- berdevkê Krêmlê gotîye.

“Feqet, çi jî hebe emê hemû tiştî tevî alîyê ermenîya, nava dîyaloga hevkarîyêda wê yekê bikin”,- Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button