Telîmên leşkerî wî halê sertra, yê di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda girêdayî nîne: wekîlê dêpartamênta dewletê, ya ŞAY

Telîmên leşkerî, yên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanê, yên sadene û wî halê sertra girêdayî nînin, yên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda. Derheqa wê yekêda wekîlê dêpartamênta dewletê, yê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Mêtyû Mîllêr gotîye.
Bi şirovekirina elametîyên Moskvayêye derheqa wê yekêda ewî gotîye: “Ez difikirim, wekî bi hesabhildana wê yekê ku Rûsîya nava salên dawîda ketîye axa cînarên xwe, gerekê ji lêksîyayên derheqa mecalên ewlehkarîya welatên herêmê dûr bimîne”.
Bi gotina wî, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava goveka ewlehkarîyêda ji sala 2003 a da tevî Ermenîstanê hevkarîyê dike. Ewî gotîye, wekî telîmên dawî tu bûyarava girêdayî nînin.
Em bêjin, wekî pêşda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov elam kiribû, wekî telîm nerihetîyê pêşda tînin, bi taybetî nava halê îroyînda.







