H’emû nûçeSereke

Bona ku nava pêvajoya aşîtîyêda bighîjine encamên kifş, pêwîste ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda aminayî sazbe: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan sazbûna atmosifêra aminayê, ya di navbera Ermenîtstanê û Adirbêcanêda girîng hesab dike, bona ku li Qafqasîya Başûr  bighîjine aşîtîya qewîn û wededirêj. Derheqha wê yekêda Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî X ê da nivîsîye.

“Tunebûna aminaya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pirsa fûndamêntale û gerekê wê pirsê helkin bona ku nava pêvajoya aşîtîyêda bighîjine encamên kifş.Ez dikarim bêjim, wekî nava du salên dawîda serokwezîrê Ermenîstanê hemû tişt kirîye û meriv dikare bêje ku hemû gavên dijwar hatine avîtinê, bona ku nava hevraxeberdanada aminayî qewînbe, meremê kîjanê ewe ku bighîjine aşîtîya wededirêj, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê”,-Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button