H’emû nûçeSereke

Em her progirameke bona êrîşkirina ser axa Ermenîstana serbixwe şermezar dikin:Freedom House

Çawa bersiva zêdebûna halê sertî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî li Qerebaxê, serokê organîzeya Freedom House ê Maykl Abramovîs bi elametîyêva pêşda hatîye.Em bi kûrayî xegînin, ku behsê bên stendinê, wekî Adirbêcan têknîka leşkerî û hêzên xwe bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê cîhwar dike. Em her progirameke bona êrîşkirina ser axa Ermenîstana serbixwe, şermezar dikin û em bangî navçîgara dikin, ku li ser wê yekê bixebitin bona ku pêşîya her teribandineke sînorên Ermenîstanê bidine pêşîgirtinê.

Ji alîyê Adirbêcanêda dorgirtina korîdora  Laçînê qezîya paqijkirinên êtnîkî pêşda tîne û krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê dide kûrkirinê.Em bangî hukumata Adirbêcanê dikin ku beşdarî hevraxeberdanên edil bibin, ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê bidine çareserkirinê, sîliha dijî wan nedine xebatê û dorgirtina korîdora Laçînê bidine hildanê.

Em bangî Organîzeya Netewên Yekbûyî dikin ku raportkirê mexsûs bona qîmetkirina halê mafên mêrivî li Qerebaxê kifşkin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button