H’emû nûçeSereke

Ermenîstan her dem hindava qedandina borcdarîyên xweye navneteweyî amin bûye û niha jî amine: Armên Xaçatryan

Ji 1 ê hetanî 6 ê îlonê cîgirê serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê Armên Xaçatryan beşdarî civîna serokên komîsîyayên pirsên parastinê û ewlehkarîyê, yên welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û telîmên  organîzeyêye leşkerî bûye, li kîderê hêzên Ermenîstanê beşdar nebûne.

Bi xebitandina vê mecalê, ya tevî pirsên mayîn, Armên Xaçatryan nava axaftina xweda pirsên girîng raber kirine.

. Krîzeya hûmanîtarî, ya ku rûyê ji alîyê Adirbêcanêda girtina korîdora Laçînê li Qerebaxê pêşda hatîye.

. Ji alîyê Adirbêcanêda belavkirina înformasîyayên nerast, bi saya kîjanê menî tên amadekirinê, ku pêşerojêda opêrasîyonên agrêsîv mîyaserkin û guhdarîya civaka navneteweyî ji ser krîzeya hûmanîtarîye li  Qerebaxê dide dûrxistinê.

. Li ser sînorê ermenîya-azêrîya û li Qerebaxê rêjîma agirbestê tê teribandinê û wî cûreyî nahêlin ku  xebatên malhebûna gundîtîyê bêne mîyaserkirinê, çimkî sîstêmên sîvîl û binelîyên edil dikine hedef.

. Pêşnîyara Ermenîstanêye derheqa şandina mîsîya navneteweyî li Qerebaxê û opêrasîyonên Adirbêcanêye neçêkirinê.

. Kirinên Adirbêcanêye têrorîstî, yên hindava firegeha Kapanê, yên ku qezîyayê bona jîyana merivên sîvîl û qewînbûnê pêşda tînin.

. 1 ê îlonê hêzên azêrîya êrîş birine ser tabîyên qeza Gêxarkûnîkê,  nava encamê kîjdanêda jî du leşkerên ermenî hatine kuştinê, lê sisê jî birîndar bûne.

 Ermenîstan her dem hindava qedandina borcdarîyên xweye navneteweyî amin bûye û niha jî amine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button