
Mesûd Barzanîyê serok, serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, derheqa piştgirîya xweye hindava pirsgirêkên hundur û usa jî hevraqayîlnebûnên sîyasîye di navbera partîyayên kurdaye li herêmê, daye dîyarkirinê.
Derheqa vê yekêda Mesûd Barzanîyê serok wextê hevdîtina tevî bayloza Ştatên Amêrîkayêye yekbûyî, ya li Îraqê Alîna Ramanovskîyê û dêlêgasîya bi serkarîya wê, gotîye.
Wextê hevdîtinê halê sîyasî, yê li Îraqê û li herêmê hatîye gotûbêjkirinê û derheqa pirsên di navbera hukumata Herêma Kurdistanê û hukumata Fêdêralda fikir hatine pevguhartinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî girînge ku bi rîya dîyalogê van pirsa bidine helkirinê.
Bayloza Ştatên Yekbûyî derheqa piştgirîya welatê xweda daye dîyarkirinê,wekî pêwîste ku bi rîya dîyalogê bighîjine helkirina pirsa, bi taybetî pirsa derheqa byûcêya dewletê û usa jî pirsên mayîn.
Mesûd Barzanî jî derheqa piştgirîya xweye hindava serokwezîrê Îraqê xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî dîyaloga bona helkirina wan pirsa wê berdewambe.