H’emû nûçeSereke

Alîyêv bi binpêkirinên giran yên hiqûqa navneteweyî sûcdare, ji bo vê jî dive ceza bên sepandin:endamê parlamenta Avropayê

Rêjîma sîyasî ya Elîyêv ji ber têgihîştina welatên Avropayê ji rewşa Qerebaxê û nebûna îradeya sîyasî bêceza dimîne. Ev yek ji alîyê endamê parlamênta Avropayê Fransûa Ksavîyê Bêlyamîn di hevpeyvîneke ku ji bo peyamnêrê «Armenpress» ê li Bryûsêlê hate kirin, ragîhand .

Bi gotina wî, balkişandina ser şerê Ûkraynayê, ku hilbet mijara serekeye, ew ji bîr dikin ku eger em bixwazin hevdengbin, em nikarin sizayan li ser rêjîma birêz Elîyêv bisepînin, ku sûcdarê binpêkirinên pir cidî yên navneteweyîye.Wekîl da zanîn ku di vê rewşêda mafê mirovahî tê binpêkirin. “Min berîya çend mehan ji bo parlamenta Avropayê sererastkirinek pêşkêş kir û daxwaza cezakirina birêz Elîyêv kir û ev sererastkirin hat qebûlkirin û niha jî em li bendêne ku komîsyon di dawîyêda tevbigereda ku em bi hêsanî tevbigerin.

Jîyana mirovan îro di bin xetereyêdaye.Van rojên dawîda  gelek leşkerên Ermenîstanê nava encamên êrîşeke bi temamî nerewada hatin kuştin yan jî birîndar bûn. Jîyana mirovan di xetereyêdaye, û mafê me tune ku em bêdeng bimînin”,-Fransûa Ksavîyê Bêlyamîn got.

 “Divê em zelal bikin ku li vir sûcdarek heye ku planan dike, birêxistin dike û ji bilî vê jî berpirîiyarîya  êrîşên xwe dike. Û li alîyê din welatek û miletekî bêguneh heye ku tenê dixwazin li welatê xwe bi aramî bijîn. Bê guman, divê em aştîyê biparêzin, lê çêkirina şert û mercên aştîyê pêşî tê wateya garantîkirina dadmendîyê, ji ber ku wekî din, em careke din bi rengekî paradoksî aştîya li ser astek pir mezintir ji herêma Qafqasyayê dixin xeterê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button