H’emû nûçeSereke

Ez li ser hîmê elametîyên hevkarê xweyî rûs texmîn dikim: Paşînyan gotîye wekî ew bi guhdarî dîna xwe nade Zaxarovayê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava hemtêksta pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêda dîna xwe dide elametîyên hevkarê xwe Vladîmîr Pûtîn, yê ku elam kiribû, wekî pirsgirêkên nava heleqetîyên tevî Ermenîstanê tunene.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye, dema ku  pirs hatibû dayînê ku bona çi Marîya Zaxarovayê tabîya Yêrêvana fermî çawa ne ya dostîyê qîmet kiribû. “Nava hemtêksta pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêda ez li ser hîmê elametîyên hevkarê xweyî rûs pêşda têm û bi rastî ez borcdar nînim û bi guhdarî dîna xwe nadime  elametîyên Zaxarovayê.Ez bi guhdarî dîna xwe didime elametîyên serokê Rûsîyayê, yê ku got, wekî tevî Ermenîstanê pirsgirêk tunene”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button