Li NATO ê îzbat kirine: Fêlîngêr ku banga endamtîya Ermenîstanê ya di blokêda kir, têkilîya wê bi rêxistinêra tune

Têkilîya Fêlîngêr bi fermî NATO ê ra tune. Derheqa wê yekêda bersiva nûnerê çapemenîyê ya NATO ê Danîêl Rîcîoyî ji bo lêpirsîna NEWS.am ê daye kifşê.
Em bînin bîra we ku berê damezrînerê komîtêya berfirehkirina NATO ê ya Avropaê Gyûntêr Fêlîngêr mîkrobloga xwe ya “Х” da nivîsîbû. “Ez bang li Ermenîstanê dikim ku ji rêxistina Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ya têkçûyî derkeve û tevlî NATO ê bibe. Nîkol Paşînyan, Ermenîstanê biparêze”.
“Ew nêzîkatî û nêrînên wî û nêrîna tifaqê nîşan nadin. Tevî navê (rêxistinê), ew ne komîtêyek yan laşeke NATO ye, bersiva Danîêl Rîcîoyî ji bo lêpirsîna me hat kifşê.
Bidine kifşê ku “Komîtêya avropî ya ji bo berfirehkirina NATO ê” di rûpela “Х” ya Fêlîngêr wek “rêxistineke ne hukumatî û ne bazirganî” hatîye tomarkirin.







