H’emû nûçeSereke

Girêdayî berevbûna eskerên Adirbêcanêra serokwezîrê Ermenîstanê dibêje ku dikare ssênara êskalasîya nû biwekile

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda xeberdaye wekî diqewime di navbera Ermenîstnê û Adirbêcanêda konflîkta leşkerîye nû biqewime, bi hesabhildana wê yekê wekî eskerên azêrîya li ser sînorê Ermenîstanê û dora Qerebaxê berev bûne.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî rojnama POLITICO Europe ê   gotîye.

Serokwezîr gotîye, wekî heger Adirbêcanê berevkirina eskeraye li ser sînorê Ermenîstanê destpê kirîye û Ermenîstan jî gerekê bona meremên parastinê mecala bide xebatê. “Feqet ez difikirim,wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya dîtindarîyêye li Ermenîstanê dikare bide kifşê, wekî meremê Ermenîstanê tune ku êskalasîya nû hebe û Adirbêcanê esker li ser sînorê Ermenîstanê û dora Qerebaxê cîhwar kirine.Nava vî halîda dikare ssênara êskalasîyayê hebe û rîya tek-tenê paşdaşandina eskere û Ermenîstan jî bona gaveke wî cûreyî amadeye”,-serokwezîr gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo ew difikire ku aşîtî nêzîke, Paşînyan gotîye:

“Bêguman, bi fikira min nava pêvajoya hevraxeberdana bûyarên kifş qewimîne.Ez gerekê bêjim, wekî Ermenîstan û Adirbêcan pevketine wekî herdu welat jî yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin.Vê pevketinê meriv dikare hesabke çawa kevirê enîşka aşîtîyê, lê pirs nava wê yekêdane, wekî piştî pevketinê min ew yek îzbat kirîye û niha jî ez wê yekê îzbat dikim. Feqet tabîya Adirbêcanê ewqasî jî zelal nîne.Ev hal li vir dide kifşê, wekî kîjan alî hewaskare ku li herêma me êskalasîya leşkerî hebe. Ji alîkî mayînva jî ez gerekê bêjim, wekî girtina korîdora Laçînê û berdewama krîzeya hûmanîtarî, ya li Qerebaxê tehsîra xirab li ser pêvajoya aşîtîyê dihêle.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button