H’emû nûçeSereke

ŞAY wê tu cêribandineke paqijkirinên êtnîkî, yên hindava cimeta Qerebaxê qebûl neke:Yûrî Kîm

Borcbira alîkarê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên Avropayê û Avrasîyayê Yûrî  Kîm bangî hukumata Adirbêcanê kirîye ku korîdora Laçînê bona cîguhastina barên hûmanîtarî bidine vekirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Yûrî Kîmê li komîsîya Sênatêye pêwandîyên der gotîye.

“Em bi kûrayî xemgînin ku korîdora Laçînê hatîye girtinê û rûyê wê yekêda cimeta Qerebaxê ketîye nava halekî giran.Em dibêjin wekî korîdor gerekê bê vekirinê bona ku çûyîn-hatina avtomaşînên hûmanîtarî û şexsî bê çareserkirinê.

Ewê serda zêde kirîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê usa jî tu cêribandineke paqijkirinên êtnîkî, yên hindava cimeta Qerebaxê qebûl neke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button