H’emû nûçeSereke

Paşînyan  guman nîne wekî bona dîyaloga tevî Stêpanakêrtê li Bekûyê xwestina sîyasî heye

Paşînyan  guman nîne wekî bona dîyaloga tevî Stêpanakêrtê, xêncî elametîyên belavkirî, li Bekûyê xwestina sîyasî heye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.

Bi axaftina derheqa sazkirina mêxanîzma navneteweyî, ya bona dîyaloga di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda, Paşînyan gotîye, wekî hevkarên navneteweyî bi aktîvî dora wan têma dixebitin.

“Ewe menî, wekî ez dîsa berbirî Stêpanakêrtê dibim û hêvîdarim, wekî ewê beşdarî wê dîyalogê bibin.Berbirîbûna min usa jî bona Bekûêye, çimkî heger alîk wê yekê nexweze, ew dîyalog wê nebe. Mixabin, em nabînin, wekî xwestina Bekûêye wî cûreyî dîyare”,- serokwezîr gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî xwestina ji alîyê Bekûyêda nava dereca fermîda tê kifşê. Feqet, bi gotina serokwezîr, çend hevdîtinên kifşkirî mîyaser nebûne û ewî cêribandîye nava wanda gunehkarkirinên Stêpanakêrtê ku giva Stêpanakêrtê hevdîtin teribandine, fem bike. “Ez hêvîdar nînim, wekî li Bekûyê, xêncî elametîyên belavkirî, xwestina sîyasî bona dîyalogê heye”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button