H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê ji bo qirkirina êtnîkî li ser ermenîyên Qerebaxê bike dest bi opêrasyona li ser erdê kir: Paşînyan

Adirbêcanê ji bo ku ermenîyên Qerebaxa Çîya bikeve qirkirina êtnîkî, destbi çalakîyên xwe yên berbiçev kir. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi awayekî zindî got.

Serokwezîr bi bîr anî ku  19 ê îlonê seheta  13:00 a hêzên çekdarên Adirbêcanê dest bi topbarankirina tevahîya axa Qerebaxê kirin, piştî demekê jî ji bo şikandina xeta têkilîya Qerebaxê û girtina çeperan destbi opêrasyonê kirin.

 “Bêguman em bi Qerebaxa Çîara  nava têkilîyêdanin, her çend hin pirsgirêkên pêwendîyê jî hebin. Lê zanyarîyên giştî ewin ku di destpêkêda bi gelek awayan, bi topên firokeyan êrişî ser axa Qerebaxê kirin û piştra jî ji çend alîyan va opêrasyona li ser erdê dijî Qerebaxê hat destpêkirin. Di vê heyamêda, hilbet Adirbêcanê jî tevkarîya agahdarî ya opêrasyonan dike.Agahîyên ku Adirbêcanê bi awayekî fermî derbarê destpêkirina van opêrasyonanda agahdarî dabû Rûsyayê, ji bo me ecêb û şaş bû. Helbet ev agahîya Adirbêcanêye. Lê rastî eve ku me ji hevkarên xwe yên rûs tu agahî derbarê wê opêrasyonêda negirtîye”,- Paşînyan got.

Li gorî serokwezîr, mirov nikare bibêje ku ev rewş nedihate pêşbînîkirin, alîyê ermenî alozîya rewşê dîtiye.

Ji bo gotûbêjkirina rewşê demildest civîneke berfireh ya konseya ewlekarîyê hat lidarxistin.

 “Bi vî awayî Adirbêcanê ji bo qirkirina  ermenîyên Qerebaxêye êtnîkî bişopîne, bi rastî destbi opêrasyona  li ser erdê kir. Weke ku di daxuyanîya wezîreta karên derda hatîye gotin, em di wê bawerîyêdanin ku pêşî divê hêzên aştîparêz yên Rûsyayê tedbîran bigirin, ya duyemîn jî em li bendêne ku konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî tedbîran bigire”,- Paşînyan da kifşê.

Paşînyan da zanîn ku mixabin berîya niha jî têbîntyên ku hewl didin pêvajoya heyî bi vê yan wê biryara Ermenîstanêva girêbidin, hene.

 “Lê belê ez dixwazim careke din dubare bikim ku min gelek caran gotîye: Komara Ermenîstanê li Qerebaxa Çîya erka paqijkirina êtnîkî nedaye kesî. Pirsgirêka me ya hertim dabînkirina maf û ewlekarîya ermenîyên Qerebaxê bûye û berdewam dike, ev hertim di rojeva meda ye”.

Serokwezîr daxuyanîya Adirbêcanê ya ku dibêje ji bo gelê sivîl ji Qerebaxê derkevin di korîdora însanî bihêlin ecêb nirxand. Li gorî serokwezîr ev karekî raste-rast ya paqijiya êtnîkîye.

Heger ew  elam dikin ku bi navê “opêrasyona dijî têrorê” tê kirin û binesazîyên sivîl û welatîyan zirarê nabînin, wê demê ev pirs derdikeve holê: çima ew dibêjin ku xelk korîdora mirovî bikar tînin da ku ji Qerebaxê derkevin vekirin?. Heger tiştên ku wan gotin bi rastîyêra hebûya, berevajî vê, divîyabû ji welatîyan daxwaz bikira ku xwe biparêzin, li stargehan bimînin û dernekevin cîhên ku bêhemdî zirarê bibînin. Ev mantîqê ku ji alîyê Adirbncanêva tê pêşxistin, bi zelalî destpêka opêrasyoneke taybet ya paqijkirina etnîkî nîşan dide”,- Paşînyan da kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button