H’emû nûçeSereke
Bakû gereke dest ji êrîşan berde û vegere dîplomasîyê: Olaf Şols

Hukumeta Bakûê gerekê lez êrîşan rawestîne û ji bo çareserîyeke aştîyan vegere dîplomasîyê. Li gorî ragîhandina “Armenprnss” ê, serokwezîrê Almanyayê Olaf Şols li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye.
“Opêrasyonên leşkerî yên li Qerebaxê gerekê lez bêne rawestandin. Rewşa di navbera Adirbêcan û Ermenîstanêda gelek krîtîke. Hukumeta Bakûyê êrîşan rawestîne û ji bo çareserîyeke aştîyane vegere dîplomasîyê”,- kanslêrê Almanîyayê nivîsîye.







