SerekeSport

Lêvon Aronyan: ez  bawarim wekî dogirtina Qerebaxê bona azêrîyên sade pêwîst nîne

Endamê koma Ermenîstanêyî berê, ya kişika, endamê koma Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Lêvon Aronyan nava malperên sosîyalîda nivîsara xwe hiştîye û bang kirîye ku dorgirtina Qerebaxê şermezar bikin û piştgirîyê bidine vekirina wê.

“Hevalên giranbiha, ez bi qedirgirtin wera dinivîsim û dixwezim bi xwestinên xwe tevî we parevebim.

Ez derheqa wê yekêda dinivîsim, derheqa çida herroj difikirim.

Bajarê Stêpanakêrtê, li kîderê merivên nêzîkî min dijîn, ji neh meha zêdextir nava dorgirtinêdane.Bi praktîkî xurek naçe Qerebaxê, derman nagihîjine wir. Li dinîyayê îdî xebera “gênosîd” didine xebatê. Ev hemû tişt sedsala 21 ê dane.

Ez bawarim, wekî azêrîyê sadera ev dorgirtin pêwîst nîne. Ev ji qanûnê xwedê û ji moralê merivatîyê dûre.Merivê ku cimeta xwe bêhurmet dike, navê wî Îlham Elîyêve.

Ez nafikirim, wekî qîmetkirina meriva bi miletîya wanva tê birîyarkirinê. Nava hemû miletada jî merivên xirab û yên baş hene.

Feqet hene meriv, yên ku bêdengin, çimîkî ew ji merivên xirab ditirsin.Ez îdî westîyame bêdeng bimînim û dîna xwe bidimê, ku  çawa 120 000 meriv ji xelayê dimirin.

Ez berbirî hevkarên xwe, grosmaystêra dibim, mafê me tune ku em bi bêdengîya xwe vî hemû tiştî afûkin.

Werin em hişyarbin.Em borcdarin derheqa vî hemû tiştîda bêjin û dengê xwe bighînine wan meriva, yên ku dikarin vî halî bidine guhartinê”,- Aronyan facebook ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button