H’emû nûçeSereke

Li civîna komîtêya mîrata cîhanî ya  UNESCO ê da mijara bermahîyên çandî û dîrokî yên Qerebaxê hatîye gotûbêjkirin

Li paytexta Erebistana Saûdîyê-Êr-Rîadyê ji 10 a hetanî 25 ê îlonê civîna  berfireh, ya 45 emîn, ya komîtêya mîrata cîhanê ya  UNESCO ê tê lidarxistin. Beþdarî civînê  dibe wezîrê Ermenîstanêyî  beşê parastina bermahîyên dîrokî û çandî ya wezîreta perwerdê, zanistîyê, çand û werzîşê ya Komara Ermenîstanê. Koordînatorê peymana parastina mîrata çandî û xwezayî ya cîhanê Harûtyûn Vanyan.

Çawa ku “Armenprêss” ê ragîhandîye ji daxuyanîya çapemenîyê ya wezîreta perwerdê û çandê ya Komara Ermenîstanê Harûtyûn Vanyan  axaftina xweda bal kişand ser wê yekê ku Adirbêcan her dem platforma çandî sîyasetê dike. UNESCO, sûcdarîyên bêbingeh û derew li Ermenîstanê dike û ew rêftar li dijî nirx û prênsîpên rêxistinêye.

Nûnerê Ermenîstanê her wiha nerazîbûn nîşanî pêşnîyara Adirbêcanê da ku şikeftên Azoxî û Vêrîn Taxêr yên li Qerebaxa Çîya di lîsteya destpêkê ya Adirbêcanêda cîh digire.

Nûnerê Ermenîstanê di axaftina xweda dîyar kir ku şikeftên ku di lîsteya pêşînda tên qeydkirin li herêma Hedrûta Qerebaxê ne ku di sala 2020 da. Di encamê şerê ku ji alîyê Adirbêcanêva hat destpêkirin, ew ket bin kontrola vê dawîyê. Ji wê demê û virda, Adirbêcanê dest bi qirkirina çandî ya bi hezaran salan ya mîrata çandî ya ermenîyan li Qerebaxa Çîyayê kir û warên çandî wêran kir,bi gelek dosyayên bi belgekirî yên bêrêzî û desteserkirina nasnameya Ermenî. Wêneyên satêlîtê yên Dêra  Sargîsê Pîroz ya ku vê dawîyê hatîye rûxandin li gundê Moxrênêsê, herêma Hadrûdê, di nav yên dinda, wek mînakek berbiçave ku Adirbêcanê ne tenê ji mîrata çandî ya ermenîyanra, lê her weha ji bo biryara Dadgeha Navdewletî ya Edaletê, ku bi biryara xwe ya 7 ê kanûna pêşin ya sala  2021 ê, Adirbêcanê mecbûr dike ku “hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo pêşîlêgirtin û cezakirina kiryarên wêrankirî û wêrankirina mîrata çandî ya Ermenîstanê, di navda dêr û cîhên din yên nîşan, goristan û berheman”.

Biryarnameya ku di 10 ê adara  sala 2022 a ji alîyê parlamênta  Avropayê ve hatibû qebûlkirin, hatibû îdakirin ku rêxistinê Adirbêcanê ji ber wêrankirina mîrata çandî li Qerebaxê û belavkirina nefreta ermenîyan li Adirbêcanê şermezar dike.

Harûtyûn Vanyan destnîşan kir ku heta niha Adirbêcan dayîna mafê gihîştina Qerebaxê û herêmên der-dora wê ji bo mîsyona lêkolîna rastîya UNESCO ê ya ji bo pêkanîna envantêra girîngtirîn nirxên çandî yên ku ji alîyê rêveberê giştî yê UNESCO ve hatibû pêşniyarkirin red dike. Mijdara 2020 ada wek şertek ji bo parastina bi bandor ya mîrateya herêmê, li gel dorpêçkirina nemirovî ya li ser Qerebaxa Çîya ji 12 ê kanûna pêşin ya sala 2022 a virve, ev kiryarên Adirbêcanê şahidîya nîyeta qirkirinê ya ji bo tunekirina nifûsa ermenî ya xwecihî û ji holê rakirina şopa mîrata wê ya çandîye.

Her wiha bal hat kişandin ser pêwîstîya lezgîn ya şandina mîsyona UNESCO û amadebûna Ermenîstanê ya ji bo hevkarîkirina bi UNESCO re di vê mijarê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button