SerekeSîyasî

Mesûd Barzanî: Kirkûk gerekê bibe sembola harmonîyayê û heyînê

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî malbetên wan meriva qebûl kirine, yên ku van axirîya wextê protêstokirinên li Kirkûkê bûne qurbanî.Nava axaftina xweda Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî Kirkûk gerekê bibe sembola hemû olên êtnîkî û komên dînî.

Wextê hevdîtinê serok Barzanî serxweşî daye wan malbeta, endamên kîjana wextê protêstokirinên edil li Kirkûkê şihîd ketine û bang kirîye ku gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Ewî gotîye wekî protêstokirinên van axirîyaye li Kirkûkê nîşana wê yekê bûn, wekî miletê kurd heye û wê tu cara teslîmî tirsê nebe.Mesûd Barzanî bang kirîye ku terka nêzîkbûna  bi neheqî, ya hindava welatîyên kurd, yên li Kirkûkê bidin.

Em bêjin, wekî 2 ê îlonê  kurda li Kirkûkê meşên edil teşkîl kiribûn û dewekarîya bona vekirina rîya dabûne dîyarkirinê.Pêşda ew rê ya ku Hewlêrêva dida girêdanê, ji alîye rezedlivanên Heşid Aş Şaabîyêda hatibû girtinê.Hêzên Îraqêye ewlehkarîyê berbi cimetê agir kiribûn. Rûyê vê yekêda çar meriv hatine kuştinê û 16 jî birîndar bibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button