H’emû nûçeSereke

Bi wê nivîsê, aştîparêzên rûsî bê şert û merc erka dabînkirina ewlekariya ermeniyên Qerebaxê girtine ser xwe: serokwezîr

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya agirbesta li Qerebaxê de behsa ewlehiya ermeniyên Qerebaxê kir.

“Bi awayekî mentiqî tê texmînkirin ku eger aştîparêzên Federasyona Rûsyayê agirbestek pêşniyar kiribin, ev bi serê xwe tê wê wateyê ku wan bi tevahî û bêyî tu şert û mercî erka dabînkirina ewlekariya ermeniyên Qerebaxê qebûl kiriye. Ji bo parastina mafên ermeniyên Qerebaxa Çiya ku di malên xwe de, li ser axa xwe dijîn, şert û mercên tam peyda dikin. Li gorî nêrîna min ew e ku bi vê gotinê hemû berpirsyariya xwe digirin ser milê xwe”.

Di heman demê de serokwezîr diyar kir ku ew di çarçoveya daxuyaniya sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 da ku ewlehiya ermeniyên Qerebaxê xistiye ser mîsyona aştiyane ya Federasyona Rûsyayê de, di heman nêrînê de ne . Paşînyan got, “Lê em hêvîdar in ku bi avêtina gavek bi vî rengî, hêzên aştîparêz yên Federasyona Rûsyayê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin, ku di heyama berê de hin tedbîrên me hebûn”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button