H’emû nûçeSereke

Kiryarên gênosîd yên Adirbêcanê yên li dijî  Qerebaxê, encameke raste-rast ya nebûna têdbîrên kolektîv yên civaka navneteweyîye: wezîreta Karabaxêye karên der

Bi guhnedana hişyarîyên derbarê nîyeta sûcdar ya Adirbêcanê û redkirina kiryarên guncav, hemû aktorên navneteweyî yên berpirsyar nekarîn pêşî li êrîşeke din ya Adirbêcanê li dijî  Qerebaxê bigirin.

Li gorî rapora “Armênprêss “ê, wezîreta Qerebaxêye karên  der li ser vê yekê daxuyanîyek da û ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rawestandina berdewamîya êrîşên leşkerî yên Adirrbaycanê hemî tedbîran werbigirin.

 “19 ê îlonê hêzên çekdarên Adirbêcanê bi binpêkirina prênsîbên hiqûqa navneteweyî û xalên danezana sêalî ya derbarê rawestandina şer ya 9 ê mijdara   sala 2020 î êrîşeke din ya leşkerî li dijî Komara  Qerebaxê pêk anîn. Paytext Stêpanakert û niştecihên din niha rastî topbaran û bombebarana rokêtan û ÿrîşên asmanî yên mezin tên. Di nava sivîlande jî qurbanî hene.

Êrişa leşkerî ya ku ji aliyê Adirbêcanê ve di bin dorpêça neqanûnî ya berdewam a Komara  Qerebaxê de hatiye destpêkirin, gênosîdeke neveşartî û îfadeyeke tund ya înkarkirina mafên bingehîn yên gelê  Qerebaxê ye.

Wezareta  Adirbêcanêye karên der beriya niha bi eşkere niyeta xwe ya ji bo koçberkirina 120 hezar kes ji xelkê  Qerebaxê bi darê zorê ragihandibû, ku ev yek hevwate ye jinavbirina gelê  Arsaxê û yekitî û yekparçebûna wê.

Azerbeycanê ku tevahiya welat xistiye bin dorpêçeke neqanûnî û birçîbûn weke rêbaza şer bikar tîne, bi baweriya ku wê li hemberî berxwedana civaka navneteweyî nemîne, biryar da ku serî li hêzê bide. Rayedarên Adirbaycanê di van hefteyên dawî de zemîn ji bo vê êrîşa leşkerî amade dikin, bi eşkere û derewîn  Qerebax û Ermenîstanê bi provokasyonên leşkerî tawanbar dikin.

Hêjayî gotinê ye ku yek ji van sextekariyên han ji aliyê raporên hêzên aştîparêz ên rûsî ve nehate piştrastkirin.

Êrişa leşkerî ya Adirbêcanê li dijî  Qerebaxê encameke raste-raste ji ber nebûna tedbîrên komî ji aliyê civaka navdewletî ve ji bo rawestandina kiryarên wê yên qirkirinê û dorpêçkirina neqanûnî ya li ser axa  Qerebaxê ku ev zêdetirî 9 mehane berdewame.

Bi guhnedana hişyariyên derbarê niyeta sûcdar a Adirbêcanê û redkirina tedbîrên guncaw, hemû aktorên navneteweyî yên berpirsyar nekarîn pêşî li êrîşeke din a Adirbêcanê li dijî  Qerebaxê bigirin.

Komara  Qerebaxê daxwaz ji civaka navdewletî dike ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina demildest berdewamiya êrişên leşkerî yên Adirbaycanê û dabînkirina ewlehiya xelkê werbigir

Pêşîlêgirtina sûcê gênosîdê berpirsiyariya her dewletekê ye, aktorên ku di navdane.Bêçalaktî dibe sedema pêkanîna sûc”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button