H’emû nûçeSereke

Sala 2021 ê ji meha tebaxê û virva artêşa Komara Ermenîstanê li Qerebaxa Çîyayî  tune: Paşînyan

Me gelek caran gotîye ku ji tebaxa 2021 ê vir ve artêşa Komara Ermenîstanê li Qerebaxê tune, serokwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro bi zindî li ser bûyerên dawî yên li Qerebaxê axivî.

 “Demek berê ji rûpelên fermî yên  Komara Qerebaxê em pê hesîyan ku rayedarên  Komara Qerebaxê pêşniyara fermandariya hêzên aştîparêz yên Rûsyayê ya derbarê rawestandina agir de qebûl kirine.

Di avakirina wê metnê de  Komara Ermenîstanê beşdar nebû, ne alîgirê gotûbêjan bû. Di nivîsê de behsa Hêzên çekdar yên  Komara Ermenîstanê tê kirin. Ev rastî ji bo me zêde nayê fêmkirin. Me gelek caran gotiye ku ji tebaxa  sala 2021 ê vir ve artêşa Komara Ermenîstanê li Qerebaxê tuneye.

Di her rewşê de em vê daxuyaniyê û qebûlkirina wê ji aliyê rayedarên Komara Qerebaxê ve dinirxînin”,- Paşînyan gotîye.

Paşînyan her wiha diyar kir ku Ermenistan bi tu awayî beşdarî di avakirina metna agirbestê ya ku bi mîsyona aştiyê ya Rûsyayê re li hev hatiye kirin, nebû.

“Helbet me bi nivîsê re haydar bû û ji ber ku  Ermenîstan bi tu awayî beşdarî avakirina wê metnê nebûye û alîyekî gotûbêjan, amaje bi wê yekê ew e ku di nivîsê de behsa hêzên çekdar ên Komara Ermenîstanê tê kirin. Di şert û mercên ku me gelek caran gotiye ku ji tebaxa  sala 2021ê vir ve artêşa Ermenîstanê li Qerebaxê tuneye, ji bo me zêde nayê fêmkirin. Lê bi her awayî em vê gotinê û qebûlkirina wê ji aliyê rayedarên  Komara Qerebaxê ve li ber çavan digirin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button