Adirbêcan bi piştgirîya Tirkîyayê û Îsrayêlê gihîştîye pêşkeftina leşkerî, lê Yekîtîya Avropayê ew hemû tişt hesab hilnedaye: Natalî Lûazo

Zeyîfî û pasîvîya me em kirine beşdarê vî hemû tiştî.Derheqa wê yekêda parlamêntvana fransî Natalî Lûazoyê wextê civîna komîsîya parlamênta Avropayê, ya bi têma êrîşa azêrîyaye dijî Qerebaxê, gotîye.
Seroka komîsîya ewlehkarîyê û parastinê, ya parlamênta Avropayê Natalî Lûazo cedandinên bona helkirina pirsgirêka Qerebaxê çawa yên teribandî hesab kirîye.
“Me usa jî tu cara agrêsor bi navê wî nav nekir… Adirbêcan aşîtîyê naxweze. Ew bindestkirin û nuxsankirina cimeta ermenî dixweze”,- Lûazoyê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan bi alîkarîya Tirkîyayê û Îsrayêlê gihîştîye pêşkeftina leşkerî, lê Yekîtîya Avropayê ew hemû tişt hesab hilnedaye.
Êrîşa Adirbêcanê û cîşihitandina cimeta Qerebaxê Lûazoyê çawa paqijkirinên êtnîkî nav kirîye.
“Yekîtîya Avropayê nikare êrîşê bide sekinandinê, destpêka kîjanê dihate kifşê.Zeyîfî û pasîvîya me em kirine beşdarê vî hemû tiştî… Dîplomatîya avropî ew nîşanên eşaretîyê hesab hilnedaye”,- ewê gotîye û serda zêde kirîye, wekî pasîvîya Yekîtîya Avropayê bona Adirbêcanê îşiqa kesk vêxistîye.
Bi gotina Lûazoyê, bi vî hemû tiştîva Yekîtîya Avropayê daye kifşê, wekî meriv nikare gumana xwe bide ser wê.