Dem dema pêdaçûyîna têkilîyên bi Adirbêcanêraye: wezîrên Şêwira Avropayê rewşa Qerebaxê gotûbêj kirin

Gotûbêja ku îro li Strasbûrgê ji alîyê komîtêya karûbarên der ya parlamentêya Avropayêva hat organîzekirin, têkildarîê êrîşa ku Adirbêcanê di 19 ê îlonêda li dijî Qerebaxê pêk anî bû, hate lidarxistin.
Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, serokwezîr Dêyvîd Mikalîstêr di axaftina vekirinêda destnîşan kir ku geşedanên xemgîn û bûyerên dramatîk yên li Qerebaxa Çîyayê qewimîn bûne bingeh ji bo ku rewşa li wê derê di rojeva Şêwira Avropayêda cîh bigire. Wî da zanîn ku seroka şanda peywendîyên li gel Kafqasya Başûr Marîna Kalyûrand, raportorên pirsên Ermenîstanê û Adirbêcanê êrîşa alîyê Adirbêcanê li ser Qerebaxê şermezar kirin
“Parlamenta Avropayê daxwaza rawestandina şer û danûstandinên raste-rast di navbera Bakûyê û Stêpanakertêda dike, ku yekane rêya pêkanîna aramî û aştîyêye. Parlamenta Avropayê her dem amade ye ku piştgiriya wê pêvajoyê bike. Bûyerên duh di rastîyêda dilgiranin, ji ber ku ew dikarin danûstandinên aştîyê yên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanêda berdewamin û herwiha hewlên Yekîtîya Avropî û Neteweyên Yekbûyî, ku armanca wan kêmkirina alozîyane, têk bibin. Bi berçavgirtina qeyrana mirovî ya li Qerebaxê, dorpêçkirina 9 mehan ya korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêve, me gelek caran behsa rewşê kirîye û di vî warîda gotûbêj organîze kirine. Hêjayî gotinêye ku Ardibêcanê rojek piştî ketina wesayîtên barhilgir yên mirovî destbi opêrasyona leşkerî kir. Em ji encamên opêrasyonên leşkerî yên li dijî gelê sivîl yên Qerebaxê pir nîgeranin, ji ber vê yekê em ji Adirbêcanê daxwaz dikin ku demildest gavên ji bo zêdekirina aloziyê rawestîne”,-Mikalîstêr got.
Parlamêntarê Parlamenta Avropayê Lîk Pîêr Dêvînyan jî dîyar kir ku rewşa li Qerebaxê bi rastî gelekî zehmete. Di şert û mercên dorpêça 9 mehan de, nebûna ceyran û sotemenîyê de jî şêniyên herêmê dev ji malên xwe bernadin, pêwîstîya wan bi alîkarîyê heye. Krîza însanî her ku diçe kûr dibe.
“Em di wê baweriyêdnin ku divê demildest li herêmê agirbest bê avakirin.Yektîya Avropayê komeke çavdêr şand Ermenîstanê, ku çalakîyên wan ji alîyê hukömeta Ermenîstanê ve pir tê pesinandin. Çavdêrên Yekîtîya Avropayê her roj li ser sînorên dewletê yên bi Adirbêcanê re çavdêrîyê dikin û her çendî ne li Qerebaxê bin jî, car-caran li ser sînorê dewletê di navbera alîyan de gulebaran kirin. Bakû îsrar dike ku niştecihên Qerebaxê divê hemwelatîya Adirbêcanê qebûl bikin, lê dorpêçkirina neh mehan bi daxwazek weha re hevahenge û nayê berhev kirin. Di navbera alîyan de jî bi temamî bêbawerî heye. Alîyê Adirbêcanê vê dawiyê bi hinceta beşdarîya di şerê yekemê Qerebaxê de çend kesên Qerebax girtin. Zehmete ku meriv bifikire ku dê bi sed hezaran niştecîh çawa koçber bibin. Heger ewana Ermenîstanê dê ji bo wî welatî bibe sedema pirsgirêkên mezin. Hewldanên serokê konseya Avropayê Şarl Mîşêl, serokê dîplomasîya Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl û nûnerê taybet yê Yekîtiya Avropayê Toyvo Klaar, bê guman di çareserkirina pirsgirêkê de hêja ne”.
Seroka têkilîyên Qafqasya Başûr Marîna Kalyûrand mafê axaftinê bi kar anî, diyar kir ku daxuyanîyên parlamenta Avropayê gelekî guncawin û nirxandineke şênbera rewşê dihewîne, lê belê ji bo şermezarkirina neheqîya Adirbêcanê têr nakin. Û ji berê de êrîşek li ser Qerebaxê hatibû plankirin. Li gorî wî, dem hatîye ku encamên çalakîyên rêjîma Elîyêv werin zanîn.
“Pirs eve ku gelo em dikarin sizayan li ser kesên ku ji opêrasyona leşkerî û azarên xelkê berpirsyarin, bisepînin. Dem hatiye ku em pêwendiya xwe bi Adirbêcanê re binirxînin. Ne rast e ku meriv jêre hevkarekî pêbawer yan stratejîk bi nav bike. Rêkeftina agirbestê bê guman belgeyeke girîng e û ez bi armancên aştîyane yên serokwezîr Paşînyan re jî razî me, ku pêvajoya danûstandinan giring dibîne, lê divê em zêdetir giringiyê bidin karesata mirovî ya li Qerebaxê. Divê sazî û rêxistinên navneteweyî bê astengî derbasî Qerebaxê bibin. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya Ermenistanê bi piştgiriya me heye. Li wir divê piştrast bin ku em li cem wan radiwestin û delîla herî zelal jî dê li dijî Azerbaycanê gavên berbiçav bavêjin”.
Wekîlê Konseya Dewletê Andrêy Kovaçyêv di dewama xwe de bi bîr xist ku bi dehan sal e civaka navneteweyî û bi taybetî hevserokên Koma Mînskê sê prênsîbên bingehîn esas girtine: yekparebûna axê, mafê çarenivîsê yê neteweyan û dûrxistina ji bikaranîna. Herduyên dawî di sala 2020 î û duh de ji alîyê Adirbêcanê ve bi awayekî tund hatin binpêkirin.
“Me gelek caran alîgirê diyaloga di navbera gelê Qerebaxê û Adirbêcanê de kirîye, bi şertê ku garantîyên ewlehiyê yên navneteweyî ji gelê Qerebaxê re bê dayîn, da ku karibin jiyaneke asayî li cihên xwe bijîn. Ev xala herî bingehîn ya pêvajoya mûzakereyêye û ne peydakirina korîdorekê di ser axa Ermenîstanê re heta Naxîçewanê yan jî destpêkirina pêvajoya xêzkirin û xêzkirinêye. Di şert û mercên bêbawerî û opêrasyonên leşkerî û tehdîdên din de divê gelê Qerebaxê çawa bijî? Em berî her tiştî bang li Adirbêcanê dikin ku bê asteng gihandina kelûpelên mirovahî ji bo Qerebaxa Çîyayî ku xelkê wê hewcedarin, misoger bike. Divê demildest opêrasyonên leşkerî bên rawestandin”,- Kovaçyev gotîye.
Axaftina Maykl Galêrî jî balkêş bû û anî ziman ku divê bi hökömeta Ermenîstanê re ku di encama hilbijartinên rewa û demokratîkda hatîye ser kar, têkiliyên xwe xurt bikin.
“Divê em garantî bidin û îsrar bikin ku kesên ku dixwazin li Qerebaxê bijîn di bin tu şert û mercan de ji wir neyên derxistin. Mafê wan heye ku di malên xwe de bijîn û divê bê asteng giheştina alîkariyên mirovî û rê bên girtin û gazê were vegerandin. Ew daxwaza me ya bingehîn e”,- Galêr bi dawî kir.