H’emû nûçeSereke

Ew çi ku li Qerebaxê diqewime bi rastî trajêdîye: Arman Tatoyan

Ew çi ku li Qerebaxê diqewime bi rastî trajêdîye.Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, yê berê Arman Tatoyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

Ewî gotîye:“Piştî dorgirtina neh meha û xelaya mecbûrkirî, bi deha hezara binelîyên edil bi destê zorê ji malên wan hatine derxistinê.

Meriv ketine nava şaşîyê, zarok nikarin dê û bav, pismamên xwe bibînin.Ew nizanin ku ew saxin yan na.Pêwandîyên di navbera bajara û gundada qutbûyîne, rê naxebitin.

Binelîyên Qerebaxê zeyîfbûyî, ji hebûna xwe miqûfmayî, bêyî pêwandîya mecbûr bûne derên derva, bin agirkirinada bimînin.

Leşkerên azêrîya jin, zarok û merivên emirda mezin kuştine û bêhurmet dikin.

Piştî dorgirtina neh meha, komkujîya 120 000 ermenîyaye, kîjanê meriv nikare bîne ber çeva”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button