Ez nafikirim, wekî em gerekê li ser bêaçixîyên aşîtîparêzên rûse li Qerebaxê çevê xwe bigrin:Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serokwezîr dide bawarkirinê,wekî cabdarîya Ermenîstanê jî heye, lê ez nafikirim, wekî em gerekê li ser bêaçixîyên aşîtîparêzên rûse li Qerebaxê çevê xwe bigrin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Paşînyan weşana zindîda gotîye.
Serokwezîr gotîye, wekî nava çapemenîya rûsîda gelek cara tê gotinê, ku Komara Ermenîstanê dicêribîne bona bêaçixîyên xwe cabdarîyê bide ser Rûsîyayê.
“Em bona bêaçixîya cabdarîyê nadine ser tu kesî.Elametîya 9 ê micdara sala 2020 î heye, kîjanêda korîdora Laçînê gerekê bi temamî bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabûya, aşîtîparêzên rûs gerekê ewlehêkarîya binelîyên sîvîl kontrol bikirana.Me sal nîvekê pêşda destpê kirîye wê pirsê bilindkin, wekî pêvajo bi rêya rast naçe.Cabdarîya me jî heye, lê ji alîkî mayînva jî ez nafikirim, wekî em hemû gerekê çevê xwe li ser wan bêaçixîya bigrin, yên ku li Qerebaxê rastî aşîtîparêzên rûs hatine”,- serokwezîr gotîye.
Paşînyan gotîye, wekî sala derbazbûyî aşîtîparêzên rûs binelîyê Martakêrtêra gotine ku ew dikare deştêda bixebite, lê nîşangirê Adirbêcanê ew meriv li ser traktorê kuştîye.
“Heger aşîtîparêz dikaribûn dora agirbestê pevketana, wî çaxî bona çi berî êrîşê ew nikaribûn pevketana,ku êrîş gerekê neçûya ser Qerebaxê? Bona çi pêvajoya navçîgarîyê wededa nehatîye kirinê? Bersivên van pirsa gerekê hebin”,- Paşînyan gotîye.