H’emû nûçeSereke

Bona gavên Adirbêcanê, yên dijî ermenîyên Qerebaxê Rûsîya neheqe: nevsê avropîyî fermî

Bona gavên Adirbêcanê, yên dijî ermenîyên Qerebaxê Rûsîya neheqe. Derheqa wê yekêda serokê beşa pirsên Rûsîyayê, Qafqasîyayê û Asîya  Navîn, ya qulixdarîya Yekîtîya Avropayêye der Lyûk Diyêvîn gotîye û serda zêde kirîye, wekî Moskva hêvîdare ku desthilatdarîya Ermenîstanê bide guhartinê.

Bi axaftina derheqa 2000 aşîtîparêzên rûsda, yên ku li Qerebaxêne, Diyêvîn gotîye: “Kesekî ji van aşîtîparêza tiştek kirîye? Tu tişt nekirîye.Wana  avtomaşînên xweye  zirihkirî jî danedîne ser rê bona ku pêşîya opêrasîyona leşkerî bigrin… Li wir tenê leşkerên rûs hene. Kîye gunehkar?: Rûsîya”.

Bi gotina wî, menîke dayîna destûrê ewe, wekî binketina Adirbêcanê dikare desthilatdarîya Ermenîstanê bide guhartinê û dewsa wî piştgirekî rûsa bê kifşkirinê.

Şer dikare usa bike wekî ji Qerebaxê 200 000 mihacir bên Ermenîstanê û bona Ermenîstana 2 800 000 ê, hukumata wê bibine bar.

Dêvîn derheqa nivîsara serokê Rûsîyayêyî berê Dmîtrî Mêdvêdêvda xeberdaye, yê ku gotibû wekî êrîşa azêrîya da kifşê ku çi diqewime, dema ku tu  “tevî NATO ê dilîzî”.Ewî derheqa telîmên Ermenîstanê û Ştatên Yekbûyîda daye dîyarkirinê.

“Pûtîn tu cara wê yekêra qayîl nebûye, ku Paşînyan  çawa hatîye ser desthilatdarîyê, kîjanê meriv dikare çawa şoreşa rengîn nav bike”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button