H’emû nûçeSereke

Em çi bêjin, cîhan, awa Adirbêcana ku te piştgirî dayê, nenihêrî eşaretîyên derheqa komkujîyêda: înstîtûta Lêmkîn

Ji Qerebaxê serpêhatîyên derheqa serjêkirina zaroka û ji hevcudakirina xorta û mêra û usa jî jinaye ji zaroka tên stendinê. Derheqa wê yekêda li ser rûpelê X ê, yê înstîtûta  pêşîgirtina komkujîya, ya ser navê Lêmkîn hatîye nivîsarê.

“Em hêvîdarin, wekî ew yek rast nîne, lê bingeh heye  em bifikirin ku ew usaye. Adirbêcan her dem hindava ermenîyada wî cûreyî bûye, bi taybetî wextê şerên salên 2016 a, 2020 î û 2022 a. Ew welat ji alîyê wan merivada tê serkarîkirinê, yên ku hiznekirina xweye hindava ermenîya venaşêrin.

Barbarîyên wî cûreyî usa jî wextê komkujîyê belavbûyî bûn.Ew yek hema wî cûreyî bû, dema ku eskerên sêrba Srêbrênîsa sala 1995 a dagir kirin. Serên zaroka jêkirin, mêr û xort cuda kirin, bona ku wana bikujin.Bi massayî şuhurandin diqewimîn. Em çi bêjin,  cîhan, awa Adirbêcana ku te piştgirî dayê, nenihêrî eşaretîyên derheqa komkujîyêda. Em fem dikin wekî Adirbêcan neftêva dewlemende, dijmina Îranêye, rîya berbi Asîya Navîne, lê gelo ev hemû tişt hêjayî wê yekê bû, ku we ruhê xwe bifrota û hindava cimeteke tam xayîntî bikira.Bê guman, na. Lê belê, em li virin.

Werin em çevbirçîbûna ji rêberên hemcîhanî, tirs û xirabîya wan bîr nekin, yên ku ji sala 2020 î da didine kifşê, wekî Adirbêcan xêncî dewleta têrorîzmê tiştekî mayîn nîne, ya ku komkujîyê mîyaser dike. Werin em derheqa wê beşdarbûna nava komkujîyêda bîr nekin”,- nava elametîya înstîtûta Lêmkînda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button