Ermenîstanê tu cara hindava tifaqdarên xwe xayîntî nekirîye: Nîkol Paşînyan

“Komara Ermenîstanê tu cara ji borcdarîyên xweye tifaqdarîyê paşda nesekinîye û xayîntî hindava tifadarên xwe nekirîye”.
Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstsanê Nîkol Paşînyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê.
“Lêkolînkirina bûyara dide kifşê,wekî ew sîstêmên ewlehkarîyê û ew tifaqdar, li ser kîjana me gumana bi salên dirêj dabû ser, bûne pirsgirêka nîşandayîna cîhên meye zeyîf û dijwarîyên bona serbestbûna cimeta ermenî.
Sîyaseta wî cûreyî şoreşa sala 2018 a va, ya ku li Ermenîstanê qewimî, girêdayî nîne.
Em bangî hevkarên xwe dikin, ku qedirê dewleta me û serbixwetîya me bigrin û em xwestina xwe ya bona qewatkirina dewleta xwe, serbixwetîya xwe, dêmokrasîyê, ewlehkarîya der û hundur didine kifşê.
Em bangî civaka navneteweyî dikin ku piştgirîyê bidine serbixwetî, yekîtîya têrîtorîya û dêmokrasîya li Ermenîstanê.
Pêwîste ku bi hevkarîya hemû gavên kardar mecalên Ermenîstanêye ewlehkarîya der û hundur bidine dewlemendkirinê”,- Nîkol Paşînyan gotîye.