Hukumatê xwîşk û birayên meye ji Qerebaxê bi baldarî li Ermenîstanê pêşwazîke: Nîkol Paşînyan

Nîkol Paşînyan bi axaftin pêşda hatîye:
Roja îroyîn ermenîyên Qerebaxê li ber qezîya paqijkirinên êtnîkî sekinîne.Van rojên dawî barên hûmanîtarî gihîştine Qerebaxê, lê ew yek hal nade guhartinê.
Heger mêxanîzmên praktîk bona parastina ji paqijkirinên êtnîkî û qewilên jîyana ermenîyên Qerbaxê neyêne sazkirinê, wî çaxî diqewime ew mecala tek-tenê bona xwe derketina ji welatê xwe bibijêrin û qezîya wî cûreyî mezin dibe”,- serokwezîr gotîye.
Bi gotina Nîkol Paşînyan, heger usa biqewime, wî çaxî temamîya cabdarîyê wê bikeve ser Adirbêcana ku sîyaseta paqijkirinên êtnîkî daye pêşîya xwe û aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebaxê.
“Heger cedandin encamnê konkrêt nedin, wî çaxî hukumata Ermenîstanê wê xwîşk û birayên meye ji Qerebaxê bi baldarî li Ermenîstanê qebûlke”,- Nîkol Paşînyan gotîye.







