H’emû nûçeSereke

.M. Alêksandrov: Rûsîya naxweze tu tiştî bike

Nava pirsa halê li Qerebaxê Ermenîstan nikare tu tiştî bike, lê Rûsîya jî naxweze tu tiştî bike.Derheqa wê yekêda sîyasîzanê rûs Mîxayîl Alêksandrov gotîye NEWS.am e.

Pêşezan gavên  Rûsîyayê çawa yên wedelû nav kirîye bona ku li Qerebaxê komkujî nebe.

“Nava pêrspêktîva wededirêjda ermenî nikarin li wir bimînin, ewê mecbûrbin dûrkevin, yan jî bêne nuxsankirinê û zêrandinê, lê çawa jî hebe ewê dûrkevin”,-Alêksnadrov gotîye.

Heger Ermenîstan bixweze, ewê niha tu tiştî nikaribe bike, çimkî heger meşên şikyatkirinê desthilatdarîyê biguhêrin,wî çaxî jî hêzên leşkerî wê bona helkirina pirsgirêkê pêwîstbin”,- sîyasîzan gotîye.

Bi gotina wî, bona qewînkirina eskerê ermenî û paşdaanîna Qerebaxê wedekî dirêj pêwîste.

“Bona ku ermenî li Qerebaxê bimînin, roja îroyîn civaka navneteweyî gerekê gava biavêje.

Tiştê tek-tenê ku dikarin bikin, sanksîyayên dijî Adirbêcanêne. Li kongrêsa Ştatên Yekbûyî rêzolyûsîyake baş pêşnîyar kirine ku hukumî ser Adirbêcanê bikin, lê li wir kongrêsmênên wî cûreyî hindikin û sîstêma sereke Adirbêcanê çawa welatekî girîng bimîne, kîjanî dixwezin pêşerojêda dijî Rûsîyayê bidine xebatê.Bo wê yekê jî ewê  dijî Adirbêcanê tu tiştî nekin. Yekîtîya Avropayê jî nikaribû ev tiştê qewimî şermezar bikira, çimkî macala pêşîya wan girtin”,- ewî gotîye.

Pêşezan gotîye, wekî heger sanksîya dikaribûn hal  bidana guhartinê, rola Organîzeya Netewên Yekbûyî jî wê hebûya, ku derfetên mecbûrkirinê pêşda bikişanada û hêzên aşîtîparêz li wir cîhwar bikirana.

“Feqet, tu kes sanksîya nedane xebatê”,- sîyasîzan bîr anîye.

Alêksandrov difikire ku heger ermenî derkevin, wî çaxî aşîtîparêzên rûs jî wê derkevin, heger niha dernekevin, lê sala 2025 a wê derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button