H’emû nûçeSereke

Bi dehan nexweşên ku ji ber teqînê birîndar bûn rewşa wan girane, 7 kes li nexweşxanê mirine: wezîreta Qerebaxê

Nava encamê teqîna mezin ya  25 ê îlonê  li herêma Askêranê di dêpoya sotêmênîyêda pêk hat, bi giştî 290 nexweş bi  şewatên cuda-cuda cîguhastî  navenda tendurustîyê ya Komarê, “Arêvîk” ê  û “Îvanyan” ê kirine. Derheqv wê yekêda ji wezîreta tenduristîyê ya Qerebaxê hatîye ragihandine.

“Mixabin nikaribûn jîyana 7 nexweşan rizgar bikin û li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest dane. Bi dehan nexweşên ku ji teqînê bandor bûne hê jî rewşa wan girane. 13 cenazeyên ku nehatine naskirin  cîguhastî “Byûoya lêkolîna edlî”  kirine.

Gelek kes ji ber ku di encama teqînêda şewitîne winda ne û pêwîste agahîyên zêde der barê wanda bên verastkirin.

Bijîşk û pêrsonelên tenduristîyê yên li Stêpanakêrtê  van şert û mercên giran û tengda ji bo ku jîyana birîndaran biparêzin bi hemû hêza xwe dixebitin. Emê der barê geşedananda agahîyên zêde bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button