Mîsîya Rûsîyayêye aşîtîparêz ya li Qerebaxê, parastina jîyana ermenîya çareser nekirîye: Marûkyan

Niha bi hezara ermenîyên Qerebaxê ji wir derdikevin û berê xwe didine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda mîkrobloga X ê da baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan nivîsîye.
Bi gotina wî, ew meriv tên derxistinê, çimkî 19 ê îlonê Adirbêcanê li Qerebaxê dijî binelîyên edil agrêsîya mîyaser kir, rûyê çida ne tenê bi seda kuştî û birîndar hebûn, lê bi hezara binelîyên edil jî malên xwe, gund û bajarên xwe unda kirin.
“Bi gilîkî mayîn gotî, rûyê girtitna korîdora Laçînêda û piştî agrêsîya 19 ê îlonê, cimeta edil neh meha nava xelayêdabû. Ew bi destê zorê ji malên wan hatine derxistinê û tî û birçî mecala wan tunebûye vegerine malên xwe, lê bi destê zorê ji welatê kal û bava hatinxe derxistinê.
Em dibêjin, wekî mîsîya Rûsîyayêye aşîtîparêz jîyana wane edil çareser nekirîye, ya li ser hîmê elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î. Em dibêjin, wekî Yekîtîya Avropayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û syûbyêktên navneteweyîye mayîn nikaribûne mafên ermenîyên Qerebaxê û ewlehkarîya wan bidine çareserkirinê, nenihêrî wê yekê, wekî gelek cara elam kirine, ku maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê gerekê nava çarçoveya mêxanîzmên navneteweyîda garantîyayê bistînin”,- Marûkyan nivîsîye.