H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê wê derheqa Qerebaxêda hevraxeberdana pêk bîne

Şêwirmendê serokê Şêwira Avropayê Saymon Mordyû wê rastî wekîlên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Fransîyayê û Almanîyayê bê. Derheqa wê yekêda Guardian ê ragîhandîye.

Wextê hevdîtinê wê usa jî wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar amadebe.

Bi gotina nevsê avropîyî fermî, armanca hevdîtinê ewe, ku encamên halê niha bidine tomerîkirinê û hevtîya tê li Grênadayê hevdîtina seroka amade bikin.

Em bêjin, wekî hevdîtina dîyarkirî wê 26 ê îlonê bi Bryûsêlê pêk bê,beşdarî kîjanê wê bibin sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan û alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button