H’emû nûçeSereke

Ev bûyar sedsala 21 ê da ji alîyê Adirbêcanêda çawa mesela paqijkirinên êtnîkîye: Marûkyan

Bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê Adirbêcan gerekê li ber cabdarîyê bisekine.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî X ê da nivîsîye.

“Bi avtomaşînên tijîbûyî mihacirên Qerebaxê  tên Ermenîstanê, yên ku ji axa xwe, malên xwe, ji gund û bajarên xwe qetîyane, çimkî maf û ewlehkarîya wan li Qerebaxê nehatine çareserkirinê. Ev yek mesela klasîke, ya paqijkirinên êtnîkîye, ya ku Adirbêcanê sedsala 21 ê da mîyaser kir”,- Marûkyan nivîsîye.

Baylozê pirsên mexsûs daye dîyarkirinê,wekî şikberî tune ku Adirbêcan gerekê bona kirên xwe li ber cabdarîyê bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button