H’emû nûçeSereke

Hemû dewlet borcdarin  qedirê serbixwetî û serbestîya Komara Ermenîstanê bigrin: bersiva  Rûbînyan bona wezîreta Rûsîyayêye karên der

Wezîretên karên der, yên ku nava pêwandîyên dostîyêdanin, ber dilê wan welatada tên, yên ku ketine nava halê giran û piştgirîyê didine wan, lê ne ku wana gunehkar dikin. Derheqa wê yekêda 25 ê îlonê, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda xeberdaye.

“Tiştê herî xirab ewe, dema ku cimeta ermenî gelek şihîd dane û hemû kes dibîne ku li Qerebaxê halekî çiqasî girane û hemû kes dibînin, wekî ewlehkarîya Komara Ermenîstanê bin qezîyayêdane.Wezîreta welatê tifaqdara Ermenîstanê elametîya wî cûreyî belav dike.Welatê ku nava pêwandîyên dostîyêdane, ber dilê welatê mayînda tê, yê ku ketîye nava halê giran û ne ku wî gunehkar dike: eve alîyê pirsêyî moralî.

Gilî derheqa wê yekêdane,wekî halê li Qerebaxê pêşdahatî rûyê wê yekêda pêşda hatîye, wekî elametîya 9 ê mijdarê bi hemû xalava hatîye teribandinê.Ew hal pêşda hatîye, çimkî Adirbêcanê bi neqanûnî korîdora Laçînê daye girtinê û paşê êrîş birîye ser Qerebaxê.Feqet aşîtîparêzên rûs kontrola xwe danîne ser korîdora Laçînê ne jî êrîşa ser Qerebaxê dane sekinandinê”,- Rûbînyan gotîye.

“Îlona sala 2022 a hêzên Adirbêcanê êrîş birine ser axa Ermenîstana serbixwe û hinek axa wê dagir kirin.Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv borcdar bû welatê endama xwe biparasta û ew yek hesab nekir wekî êrîş anîne ser axa Ermenîstana serbixwe.Piştî wê yekê hevdîtina Prahayê pêk hat û paşê pevketin hate destanînê,wekî Yekîtîya Avropayê wê dîtindara bişînine Ermenîstanê.Piştî wê yekê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pêşnîyar kir ku mîsîyayê bişîne Ermenîstanê, ya ku Ermenîstanê înkar nekirîye. Piştî wê yekê organîzeyê gerekê hidûdên Ermenîstanê bida kifşkirinê, lê dewsa wê yekê ewê êrîşa azêrîya gunehkar nekir”,- Rûbînyan daye dîyakirinê.

“Heger qayîlî hatîye destanînê, ku statûsa Qerebaxê bidine paşdaêxistinê, wî çaxî dikarim bêjim, ku Rûsîyayê ew yek teribandîye, çimkî kanûna sala 2020 î serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye, wekî bi fikira mafê navneteweyî Qerebax û nehîyên dor-berên wê beşên Adirbêcanêne. Adirbêcan gelek cara ji wê fikirdarîyê paşda sekinîye. Mesele, pêşnîyarên Xovayêv hatine pêşdakişandinê, kîjanara Ermenîstan qayîl bûye, lê Adirbêcanê înkar kirîye.Wî çaxî bona çi wezîreta Rûsîyayêye karên der Ermenîstanê gunehkar dike?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button