Ştatên Yekbûyî gerekê nava pirsa paşdasekinandina ji korîdorê piştgirîyê bide Ermenîstanê: Maykl Rûbîn
9 ê mijdara sala 2020 î serokatîyên Adirbêcanê û Ermenîstanê qayîlnivîsara derheqa agirbestêda îmze kirin. Derheqa wê yekêda Maykl Rûbîn nava miqala xweda nivîsîye.
Li gorî wê qayîlnivîsarê têra dihate dîtinê, ku korîdor bê sazkirinê û ew gerekê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabûya. Ew rê Ermenîstan û Qerebax bi hevva didane girêdanê.
Adirbêcanê usa jî borcdarîyên xwe neqedandin.Nava deh mehada wana korîdora Laçînê da dorgirtinê û 120 000 mesîhîyên li Qerebaxê kirine nava xelayê.Ew yek ji alîyê dozgerê mehkema navneteweyî, yê berê Morêno Okampoda çawa komkujî hate navkirinê. Piştî wê yekê azêrîya êrîş bire ser Qerebaxê û careke mayîn rêjîma agirbestê teriband.
Alîkara sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Yûrî Kîmê elam kiribû, wekî Ştatên Yekbûyî wê tu êrîşeke ser Qerebaxê qebûl neke.Kanalên Adirbêcanêye Telegramê niha derheqa zordarîyên dijî zarokên ermenî û jina didine dîyarkirinê û ew yek derheqa komkujîya êzdîyada, ya ji alîyê DAÎŞ ê da bîr tîne.
Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv jî eşkere derheqa dagirkirina Ermenîstanêda elam kirîye.
Heger Qesira Sipî dixweze Ermenîstanê bipraze ew gerekê mecala cîhwakirina hêzên xwe pêşda bikişîne. Diqewime niha wedekî raste, ku li herêmê telîmên bi çend hevtîya pêk bînin.