H’emû nûçeSereke

Wedeye ku Yekîtîya Avropayê hevraxeberdanên diha berk tevî Adirbêcanê pêk bîne

Bûyarên van dawîya usa dikin, ku  gotûbêjkirin dora sîyaseta Avropayêye hindava Adirbêcanê bê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda pêşekzanên merkeza avropî, ya Karnêgîyê Tomas Dê Vaal gotîye.

“19 îlonê Adirbêcanê qewata leşkerî da xebatê, ku Qerebaxê dagirke û bi wî cûreyî ewê xetên sor teribandin. Niha bi hezara  ermenîyên Qerebaxê ji welatê xwe derdikevin û berbi Ermenîstanê diçin. Li Bryûsêlê û  Waşîngtonê gelek meriv xwe xapîyayî dibînin, çimkî Adirbêcanê qewat daye xebatê. Hetanî dawîyê jî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv dida bawarkirinê, wekî  ewê opêrasîyona leşkerî destpê neke.

Bi kurtayî  gotî wedeye ku Yekîtîya Avropayê hevraxeberdanên diha berk tevî Adirbêcanê pêk bîne”,- Tomas Dê Vaal nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button