SerekeSîyasî

Elîyêv hêrsa Yekîtîya Avropayê û ŞAY rakirîye: krîzeya Qerebaxê  Rojavayê mecbûr dike ku pêwandîyên tevî Adirbêcanê lê binihêrin: The Guardian

Wêneyên diramatîk, yên bi hezara ermenîyên Qerebaxê belav dibin, yên ku bi mecbûrî malên xwe û cîh û warên xwe dihêlin, lê li Rojavayê destpê dikin pêwandîyên tevî Adirbêcanê lê binihêrin. Derheqa wê yekêda  The Guardian ê  nivîsîye.

 Rojnamê daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcanê bi salên dirêj li  Brîtanîya Mezin û li Yekîtîya Avropayê xwe çawa hevkara ewlehkarîyê û girêfûtka transportêye girîng raber kirîye. Feqet bi êrîşa ser Qerebaxê û sazkirina krîzeya hûmanîtarî, dema ku cimet ji herêmê derdikeve, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hêrsa Yekîtîya Avropayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî rakirîye.

“Gelek li Bryûsêlê û li Waşîngtonê piştî vê yekê xwe xapîyayî dibînin”,- xebatkarê merkeza lêkolînî Tomas Dê Vaal gotîye.

Ewî gotîye, wekî nevsên Rojavayêye fermî difikirin, ku li herêmê 2000 aşîtîparêzên rûs hene û bêkarîya wan dide kifşê, wekî di navbera Moskvayê û Bekûyêda pevketin heye û herdu alî jî Nîkol Paşînyanê serokwezîr gunehkar dikin. Bi gotina wî, niha tê qîmetkirinê, ku bi rastî Bekû bi çiqasîva girîng û amine.

Hinek pêşezan jî dibêjin, wekî girêdana Avropayê Adirbêcanêra, ya bona rêsûrsên ênêrgîyayê, gelekî zêdekirîye.

Hinek nevsên Rojavayê wê yekê gotûbêj dikin ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button