H’emû nûçeSereke

Elametîyên Êrdogane dawî, yên derheqa rêyeke mayîne dewsa korîdora Zangêzûrê yên durûtîyêne: pêşezanê îranî

Xebatkarê zanistîyê, yên pirsên herêma Avrasîyayê û Qafqasîyayê, doktor Ahmed Kazimî derheqa bersiva serokê Tirkîyayê da, ya derheqa wê yekêda ku dewsa korîdora Zangêzûrê dikare rêyeke mayîn hebe, gotîye:“Elametîya  Êrdogan bona tehsîrkirina ser Ermenîstanê û bona kirina bêtifaqaîyê di navbera Îranê û Ermenîstanêda hatîye kirinê.

Êrdogan dixweze ermenîyara bêje, ku îranî  qayîlin ku korîdora nava îranêra derbazbe û dijî wê yekêne ku ew rê nava Ermenîstanêrabe”.

Pêşezan dibêje: “Elîyêv û Êrdogan dicedînin li Ermenîstanê korîdora vekirî sazkin, ya ku wê bin kontrorla Yêrêvanêda nîbe. Ji alîkî mayînva jî sazkirina korîdora wî cûreyî ya nava Îranêra, tiştê mîyaserkirinê nîne. Îran qewate û dikare serbixwetîya xwe biparêze”.

Kazimî serda zêde dike: “ Xêncî wê yekê pêwandîyên Nexçêvanê û Bekûyê îdî 30 salin ku hene û ew tiştê nû nîne. Îranê gelek cara daye dîyarkirinê, wekî nava 30 salên derbazbûyîda hîmê tevgirêdana Tirkîyayêye tevî Bekûyê, Asîya Navîn û Nexçêvanê hatîye danînê, sala 2021 ê jî di navbera Bekûyê û Îranêda dokûmênt hatîye îmzekirinê”.

Şiroçî daye dîyarkirinê: “Ermenî firqîya korîdorê û rîya pêwandîya baş zanin. Ermenîstanê li ser Qerebaxê û korîdora Laçînê çevê xwe girt, çimkî nexwest menîyê bona korîdorê çêke.Ermenî baş fem dikin, ku heger Bekû û Tirkîya ji Ermenîstanê xeta pevgirêdana sazkin, ewê wê xetê werguhêzî dewekarîya dagirkirina Ermenîstanê bikin.Bo wê yekê jî ermenî dibêjin, wekî Ermenîstan gerekê rîya normal jî berbi Tirkîyayê û Bekûyê veneke û rîya  Îranê bernama here başe bona ku di navbera Bekûyê û Tirkîyayê, Nexçêvanê û Ermenîstanêda tevgirêdan bê îzbatkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button