H’emû nûçeSereke

Em dibine şedê komkujîya wedê niha, cimeta ermenî careke mayîn li ber paqijkirinên êtnîkî sekinîye: Mêl Gîbson

Arîstê li dinîyayê eyan Mêl Gîbson hîvî ji civaka navneteweyî, hemû welata dike ku gavên lez biavêjin û destê piştgirîyê dirêjî ermenîyên Qerebaxê bikin, parastinê pêşnîyarkin û bona cîguhasîtinên wan korîdorên hûmanîtarî sazkin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Mêl Gîbson bi vîdêoyê axaftina xwe raber kirîye.

“Dîroka trajîk diwekile. Em dibine şedê komkujîya wedê niha. Çapemenî dora vê pirsê xwe ker dike.Cimeta ermenî, ya ku bi sedsala zêrandin bona bawarîya xwe dîtîye, careke mayîn li ber paqijkirinên êtnîkî sekinîye. Bi destî desthilatdarîya Adirbêcanê û Tirkîyayê gelek ermenî rastî cîşihitandinê, xelayê û tenêbûnê mane.Evana ew ermenîne, kokên kîjana nava wê axêda kûrin, kîjanê ew nava gelek nisiletada çawa mala xwe nav dikin.

Ez hîvî ji civaka navneteweyî, hemû welata dikim ku gavên lez biavêjin û destê piştgirîyê dirêjî ermenîyên Qerebaxê bikin, parastinê pêşnîyarkin û bona cîguhasîtinên wan korîdorên hûmanîtarî sazkin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button